PolîtîkRojev

Li Kobanê bi çekan êrîşê ofisa ENKSê kirin

Grûpeke çekdar bi narincok û guleyan êrîşî ofîsa ENKSê ya li Kobanî kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê, Şukrî Şahîn Ehmed ji K24ê re ragihand, îro danê sibê grûpekê êrîşeke çekdarî li ofîsa ENKSê ya Kobanî kir.

Şurî Şahîn her wiha diyar kir, êrîşkeran 2 narincok avêtin nava ofîsê û gule bi ser ofîsê û ala Kurdistanê de berdan û ziyanên madî gihîşt ofîsê.

Wî jêderî da zanîn jî, armanc ji vê êrîşê ew e, aliyek heye naxwaze danûstandinên yekrêziya Kurdî – Kurdî bi ser bikeve. Lê ew çi bikin jî, dê yekrêziya kurdî biçe serî û em ti carî bi paş ve venakişin û emê ji bo berjewediyên gelê xwe û Kurdistana Sûriyê xebatê bikin.

Roja 13 û 15 Berçileya borî jî ofîsên ENKSê yên li Dirbêsiyê û Amûdê rastî êrîşê hatibûn û ala Kurdistanê û kelûpelên di hundirê wan de hatibûn şewitandin.

Back to top button