CivakRojev

Şêx Şamo: Hêzek ji hikûmeta Iraqê mestir li pêşiya rêkeftina Şingalê bûye asteng

Berpirsekî êzîdî yê hikûmeta Kurdistanê dibêje, ajandeyeka mezintir ji hikûmeta Iraqê li pêşiya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê, bûye asteng û nahêle rêkeftin bicîh were.

Roja 9 Cotmeha 2020, hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser normalkirina rewşa Şingalê li hev kirin û rêkeftinek îmze kirin. Lê ev rêkeftin heta niha nehatiye bicîhanîn.

Şîretkarê serokê hikûmeta Kurdistanê di karûbarên êzîdiyan de, Şêx Şamo li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, wisa xuya dike ku hikûmeta Iraqê û Mistefa Kazimî li ser bicîhanîna rêkeftina Şingalê rijd in lê nikarin. Ev jî nîşan dide ku hêz û ajandeyeka mezintir ji hikûmeta Iraqê heye ku li pêşiya rêkeftinê bûye asteng.

Şêx Şamo her wiha got, mixabin piştî rêkeftinê, li şûna ku hêzên PKK û Heşda Şeibî ji Şingalê derkevin, her ku diçe zêde dibin.

Bi gotina wî berpirsê êzîdî, heta niha rêkeftina Şingalê ne bi dilê xelkê Şingalê hatiye bicîhanîn. Hinek nîşan hene ku dixwazin Şingalê bi yekcarî ji xelkê wê yê resen veqetînin.

Back to top button