Li Şirnexê li 15 navçeyan 15 rojan ,çûyin û hatin bi temamî hatiye qedexe kirin. Li gora daxûyaniya waliyê Şirnex; li 15 herêm û deverên parêzgeha Şirnex bi sedema pêkanîna ewlehiyê li hinek cihên girêdayê nawenda Şirnex,navçeya Cizîrê, Silopî.Qileban û Basa wek herêmên qedexe kirî hatine ragihandin. Ev yek wek rewşek awarteye û ji bo demekiye.
Ev qedexe ji bo operasyonek berfireh li herêmê hatiyê ragihandin. Îro wezîrê navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu di hesabê xwe yê medya civakî de da ragihandin ku, li devera Çiyayê Gabarê 5 çekdarên PKKê di şkeftekî de tesbît kirine û encam de ew hatine îmha kirin.
Di vê derbarê de hêja tu daxûyanî ji aliyê PKKê ve nehatiye dayîn.