PolîtîkRojev

PKK neyartiya başûrê Kurdistanê hemûyê dike,ne tenê ya aliyekî..

Li bacarê Silêmaniyê PKKê gelek nawend vekirine û li van nawenda û baregehên xwe zrokan perwwerd dikin û wan rêdikin çiya û dikin şervan. Herweha bi rêya van nawend û baregehan xelkê ji bo tundî û tujiyê dehf didin. Ji berpirsan tê xwestin ku lêkolinekî di vê derbarê de çêbibe û çareyek bê dîtin.

Tê zanîn ku ku, PKK li bajarê Silêmaniyê, di bin navê komele, kom, televîzyon, sînema, navendên rewşenbîrî û saziyên cur bi cur de, zarokan direvînin û xelkê gij dike bo tundî û xirabkariyê.

Li ser vê mijarê, parlementerê berê û çavdêrê siyasî, Ebdulselam Berwarî ji BasNewsê re got, li devera Silêmaniyê hinek wisa hizir dikin ku bi bihêzkirina PKKê dikarin ziyanê li hevrikên xwe bidin. Ji ber wê jî meydan bo xebatên PKKê tê vekirin. Lê ev karekî xelet e ji ber ku ewên ku rê didin xebatên PKKê, jê ziyanê dibînin.

Ebdulselam Berwarî her wiha got, PKKê şerê DAIŞê bikar anî û li Silêmaniyê kamp ji xwe re çêkir. Zarokan dibin û dikin çekdar. Armanca wan jî ew hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavên xelkê sivik bikin. Ji ber wê jî di xwepêşandanên Silêmaniyê de êrişî baregehên partiyan û hikûmetê kirin.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, yên ku deriyên Silêmaniyê ji PKKê re vekirin, niha dizanin ku karê wan xirab bûye û PKK dixwaze bibe alternatîfa wan û xwe bi ser wan de bisepîne.

Aktîvîst û hiqûqdan Yadigar Mehmûd jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê bi taybet li devera Silêmaniyê, destpêkê bo YNKê tehdîd û gef e, paşê li ser berjewendiyên giştî. Me di xwepêşandanên Silêmaniyê de dît çawa xirabkarî û alozî hat kirin.

Yadigar Mehmûd bang li berpirsên Silêmaniyê kir, siyaseta xwe li hember PKKê li ber çavan re derbas bikin.

Bi gotina wî aktîvîstî, PKK neyartiya hemû Herêma Kurdistanê dike, nek tenê partiyek yan jî aliyekê. Yên ku hizir dikin PKK wisa nîne, xelet hizir dike.

Endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Berzan Hemîd jî ji BasNewsê re got, divê tevahiya wan navend û baregehên ku PKKê dane vekirin, pêdaçûn bi wan de bê kirin. Em bo vê yekê amade ne û emê gilî bikin.

Back to top button