CivakRojev

Encama êrîşek teroristî 6 kesa jiyana xwe ji dest da

Duh êvarî li parêzgeha Diyala ya Iraqê ji ber teqînekê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ligor nûçeya kanala El Erebiyeyê belav kiriye ji ber êrîşa terorîstî jimareyek kes hatine kuştin û jimareyek kes birîndar bûne.

Herwiha El Erebiyê ji ser çavkaniyên emnî piştrastkiriye ku ew êrîş, êrîşeke terorîstî bûye û di encama wê êrîşê de 6 kes mirin.

Cihê behsê ye demeke dirêj e alozî û êrîşên terorîstî rojana li parêzgehên Iraqê pêk tên û hêzên Iraqê nikarin rêliber wan êrîşan bigirin û rewşa emnî ya Iraqê kontrol bikin.

Back to top button