Nivîsar

PKK raweste! êdî bes e!

PKK, te navê xwe daniye Partiya Karkerên Kurdistanê. Lê te xwe bi kiryarên xwe kiriye ”Partiya Kurdkujên Kurdistanê.” Êdî bes e!

PKK, ji 1976 hetanî 1980yî, te gelek kurdên zana û rewşen kuştine, tu hêjî dikujî, êdî bes e!

PKK, tu çewa û bi çi amacê çû li Çiyayên Qendîlê bi cih bûyî, Kurdên zana tev dizanin. Êdî bes e!

PKK, te hêjî Alaya Kurdistanê nepejirandiye, êdî bes e!

PKK, dema Parlemana Başûrê Kurdistanê avabû, pêşî yê li dij derket, tu bûyî. Êdî bes e!

PKK, gotinên mamosteyên te (Yalçin Kuçuk û Dogo Perinçek) niha jî di guhên Kurdan de bervedêrî dikin. Êdî bes e!

PKK, destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bi xwîna 845 hezar Kurd derketiye holê. Wirê têknede, êdî bes e!

PKK, Başûrê Kurdistanê bûye umîda 60 milyonr Kurd. Wirê têknede, êdî bes e!

PKK, dawiya cewrê û ya cewrkaran tune. Seddamê cewrkar bîne ber çavên xwe. Başûr têknede, êdî bes e!

PKK, mêjû dirêj e û temenê mirovan jî kurt e. Mêjuya xwe bi rengê REŞ bi nivşên pêşerojê nede pejirandin. Êdî bes e!

PKK, te Kurdistana Sor firot, te Bakûrê Kurdistanê Rûxand, te Efrîn û hin herêmên dî yên Rojavayê Kurdistanê têkdan. Êdî bes e!

PKK, Kemalîzma Tirkiyê ev e 80 sal in nikaribû Zimanê Kurdî têkbide, nikaribû Toreya Kurdî birûxîne, lê te rûxandin. Êdî bes e!

PKK, hemû qomunîztên Tirk û Ereb û Faris, digel olperest û nijadperesên wan, dijminatiya Başûrê Kurdistanê dikin, lê dijminatiya te bi navê ”kurd” ji ya wan xirabtir e. Êdî bes e!

PKK, Kurdên Êzîdî 74 car ji Kurdên dî bindesttir in, perîşantir in, wan zêdetir tepeser neke. Êdî bes e!

PKK, eger helwesta te ev be, çewa dayikên Kurd dema zarûkên xwe dixin xewê û dibêjin ”Razên, Roma Reş hate te”, wê di pêşerojê de jî bêjin ”Razê, PKK hate te.” Êdî bes e!

PKK, kuştina pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ne BIRAKUJÎ ye, lê KURDKUJÎ ye. Êdî bes e!

PKK, te ji sed hezarî zêdetir ciwanên Bakûrê Kurdistanê dane kuştin, bi hêviya ku tu êdî zêdetir Kurd bi Kurd nedî kuştin.

PKK, te Kurdistanê avêt poxana kelaşê, bi hêviya ku tu êdî ji wan kiryaran vegerî.

Gotineke Pêşiyên Kurdan weha heye: ”Şûrê qetlê li destê te, rehma Xwedê li dilê te!”

ÊDÎ BES E!

Zeynelabidin Zinar

11/ 11/ 2020 

Back to top button