Kurdistan ne li Washingtonê ye
Ev bêtirî mehekê ye ez li Washington, D.C. me. Berê, min mîna ewropiyekî li Amerîkayê mêze dikir û ji min re ne zêde giring bû çi li D.C. diqewime. Niha ez mîna kurdistaniyekî lê mêze dikim.
Bi kurtî, Kurd li vê derê bêtir çîroka bedew a hin cengaweran e ku alîkariya amerîkiyên qehreman kirin da DAIŞê li Rojhilata Navîn têk bibin û bişikînin.
Otela ku ez lê dimînim, dused metroyan dûrî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her sibeh, gava ez diçim studyoya Rûdawê, ku ew jî nêzîkî dused metroyan dûrî Koşka Spî ye, ez li avahiya nûnertiya hikûmeta Kurdistanê aleke kevn û perpitî ya Kurdistan û Iraqê dibînim.
Li maleke li tengala wan fîlekî mezin hatiye danîn. Li vê derê fîl sembola Komariyan e. Komariyên ku Donald Trump kirin serokê Amerîka û wî jî sala 2017an rê da Heşda Şeibî bi serkariya Qasim Suleymanî nîvê axa Başûrê Kurdistanê ji destê kurdan derxe.
Gava ez di kolanên D.C. de dibihurim, ez Navenda Siltan Qabûs û navendên çandî yên welatên erebî û tirkî dibînim. Ew hemû nûnertiya soft power (hêza nerm) a wan welatn dikin ku dixwazin li Washingtonê bên dîtin û neyên jibîrkirin.
Studyoya Rûdawê li avahiya niştimanî ya medyaya amerîkî ye. Di wê avahiyê de, tabloya li ser ofîsekê bala min dikişîne. Tîmeke PR kar ji bo nasandina herêma Xalistanê dike.
Xalistan herêmek li Hindistanê ye ku daxwaza serxwebûnê dike. Wan hê ne giştpirsî kiriye, ne hikûmeteke herêma wan heye û ne jî pêşmergeyên wan hene.Lê di wê avahiya ku hemû medyaya amerîkî lê ye, hatine û bi nasandina Herêma Xalistanê daketine.
Tiştekî ku her roj dilê min geş û xweş dike ew e ku hevkarên min li ser deriyê xwe di wê avahiyê de nivîsîne (Tora Medyayî ya Rûdawê – Kurdistan). Ev peyva Kurdistan li ti cihekî dinyayê qasî vê derê ne bi bandor û balkêş e.
Her roj kesên ku li ser Koşka Spî dinivîsin, bi saya Rûdawê çavê wan bi navê Kurdistanê dikeve. Lê navê Kurdistanê bêtir li gel ala kevn a li ser avahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê û tabloya Rûdawê ye. Wekî din, li vê derê tiştek nîne navê wî Kurdistan be.
Bendewariya me ji Amerîkayê heye ku li pişta me be. Lê li D.C. qet tiştekî me yê çandî û kultûrî nîne ku amerîkiyan hişyar bike ka Kurdistan çi ye.
Ya rast ew e ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê heye. Wê dema ku me li vir rûmal kir, me fêm kir ku ew wek şerkerên baş ji me hez dikin. Lê gelek biryarsaz û kesên ku bandora wan li ser biryara amerîkî heye, tiştekî zêde li ser gelê Kurd nizanin.
Di yekê ji rûmalên Rûdawê de di vê demê de, mêvanên min ji min re gotin ku her sal li Washingtonê heftiyek heye ku hemû balyozxane deriyên xwe vedikin da xelk werin û bizanin çand û kultûra miletan çi ye. Gotin ku amerîkî dixwazin zanibin Kurd çi ne, lê li Washingtonê Kurdistan bi awayekî çalak ne mijûlî xwenasandinê ye.
Li Kurdistanê, destê gelek kesan li sr dilê wan e ku Biden an Trump dibe serok û dê bandora wê li ser Kurdistanê çi be. Ya rast ew e ku divê destê we li ser dilê we be ku em wek dramaya Receb li jêr darhejîra amerîkî rûniştine û bendewar in hejîra wan bikeve devê me. Lê em bi xwe tiştekî me li vir tune. Em wisa bawer dikin ku bi vexwendina du senatoran bo Kurdistanê her tişt temam e, lê mixabin ne tenê ne wisa ye, lê belê ev bi temamî xelet û çewt e jî.
Herwisa wê yekê jî bi zelalî bizanin ku her çiqasî hebûna pergaleke demokratîk li Kurdistanê giring e, lê tiştê ji siyasetvanên Amerîkayê re giring ev e ku tu li vir li Washingtonê hebî, te bibihîzin û bi gotina te bikin. Ew dixwazin zanibin çiqas dengên te li Amerîkayê hene û ji ber çi baştir e bi gotina te bikin.
Ez şaş dimînim çawa ew hemû kurdên jîr û zîrek li D.C. hene, lê bêgav in ji bo debara jiyana xwe bikin li radyoyên Amerîka û cihên din dixebitin. Di demekê de ku Herêma Kurdistanê bi milyonan dolar li ser razîkirina dilê senator û kongresmanên wisa xerc kiriye ku dibe ku di hemû jiyana xwe de du caran gotineke xêrê ji Kurdistanê re nekiribin.
Koreyî, ermenî û gelek miletên din pereyan didin ciwanên xwe da herin Washingtonê û li vir bigihin ofîsên kongresman û biryarsazên din. Lê belê van rojan min hin Kurd li D.C. dîtin ku wek mînak sê bawernameyên wî yên bekaloryusê hene, lê belê freelance- e û nanoziko dijî!
Çendik û çend sal in em her gilî-gazincan ji Amerîkayê dikin. Sedem jî ew e ku em Amerîkayê nas nakin. Heke em wê nas bikin, em nahêlin Kurd evqasî li D.C. biçûk bibin ku bi kêmanî xwaringeheke kurdî lê nebe ku wek çawa îranî, afganî, tirk û ereban kiriye, ew bijarteya berpirsên D.C. hebe nanekî kurdan jî bixwin û hizirê li parastina Kurdistanê jî bikin.
Hêmin Ebdullah/Rûdaw