PolîtîkRojev

Divê PKK piştgirîya banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bike

Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em  bipararêzin û divê pirsgirêk jî bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin

Nûçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê belav dibin, nîşan dide ku îro li dor û bera Amêdîyê di encama êrîşeke  PKKyê ya li ser  Hêzên Pêşmerge de pêşmergeyek şehîd ketîye, çend pêşmerge jî birîndar bûne û şerek derketîye.

Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li xeterîyên mezintir veneke.

Gava ku Birêz Serok Mesud Barzanî digot ‘’Şerê di nav Kurdan de  heram e, emê ji îro pê ve rê nedin şerên bi vî rengî’’; ev gotin encama tecrube, êş, zanîn û dûrbînîyeke bi hest û bîr bawerîyeke netewî, niştimanî ve hatîye hûnandin bû.

Em di wê bawerîyê de ne ku daxuyanî û banga Birêz Serok Mesud Barzanî ya ku roja 02.11.2020ê hatîye belav kirin jî, bangeke ku  her li  ser esasê vê hişmendî û hesasîyeta netewî û  welatperwerîyê hatîye ava kirin.

Banga Birêz Serok Mesud Barzanî ne banga şerî ye; bileqisê wê bangeke ku şansê dide rêlibergirtina şerê di nav Kurdan de.

Aşkere ye ku şerê di nav Kurdan de, dê Kurdên Başûr û Bakur  ji hevdu sar bikin, dê birînên kûr di dilê Kurdan de veke, dê zerareke mezin  bide destkeftinên federe yên li Başûrê Kurdistanê, dê zerareke mezin bigihîne pêvajoya lihevhatina di nav ENKS û PYNKyê  de û dê zerarê bide doza azadîya gelê me ya  li Rojhilatê Kurdistanê.

Tecrubeyên gelê me yên dîrokî û yên van demên dawî bi zelalî îspat kirîye ku,  heqî û neheqî li alîyekî, sebebê wê çi dibe bila bibe, şerê di nav Kurdan de tu feyde ji Kurdan re  neanîye;  yê zerar dîtîye her Kurd bi xwe bûne, yên jê feyde wergirtine jî xêrnexwaz û dijminên miletê Kurd bûne.

Bi van hest û bîr û bawerîyan, em bangî rêvebirîya PKKyê dikin ku , piştgirîya  banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bikin û demildest bi dîyaloga li gel Rêvebirîya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê re gavên pêwîst bavêjin; rêzê li hebûn,îrade, serwerî , meşrûîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.

Em bangî hemû partî, rêxistin û dezgah û kesayetên her çar perçeyên Kurdistanê dikin da ku em bi yek helwestê rê li ber nexweşî, tûnd û tûjî, şer û birînên nû  yên di nava Kurdan de bigirin. Ji bo hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin divê em helwesteke yekgirtî bigirin.

04.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button