PolîtîkRojev

Hukumeta Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike

Hukumeta Kurdistanê êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û dibêje: “Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin”.

Îro sibehî çekdarîn PKKê êrîşê hezeka pêşmergeyên Kurdistanê kirin û hinek pêşmerge birîndar bûne. Ji bo vê yekê hukumeta Kurdistanê daxûyaniyek ji bo raya giştî ya Kurdistanê tagihand.

Daxûyaniya hukumeta Kurdistanê di derbarê êrîşa PKKê de:

Îro Çarşemê 11/4/ 2020 Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir.

Di civîna li ser êrîşa îro ya hêzên PKKê li ser hêza Pêşmerge li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê de, Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye.  Hêzên Pêşmerge parêzgerên ax û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKK’ê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.

Back to top button