Nûnerê Amerîka yê Taybet ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey radgihîne, “Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) rêxistineke terorê ye û divê ji Sûriyê derkeve.”
Jeffrey di hevpeyvîneke taybet de tekezî li ser vê yekê kir, “Hebûna PKKê li Sûriyê yek ji wan pirsgirêkan e. PKK rêxistineke terorê ye û em dixwazin bibînin ku çekdar wê rêxistinê ji Sûriyê derdikevin.”
Jeffrey di axaftina xwe ya bi rojnameya “Syria Direct” re behsa wê yekê dike, “Hebûna PKKê sedemeke sereke ya aloziyên Sûriyê yên li gel Tirkiyê li ser sînor e û dibêje: “Em dixwazin wan aloziyan kêm bikin, ji ber ku hevkariyeke me ya gelekî baş bi Tirkiyê re heye.”
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê tekez kir, “Rêkeftina wan ya derbarê tevgerên leşkerî bi Tirkiyê re heye. Lê Tirkiye jî dilgiraniyeke wê ya kûr li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKKê heye.”