Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevsoziya xwe ji bo gelê Austriya û Afganistanê derbirî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî her du kiryarên terorîstî yên li paytextên Austriya û Afganistanê, li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hevxemiya xwe ji bo gelê wan welatan derbir.
Mesrûr Barzanî nivîsî: “Hevxemiya xwe ji gelê Awustriya û Afganistanê re derdibirim, bi sedema wan êrîşên li Vienna û Kabûlê hatine kirin, niza ji bo qurbanîyên vê bûyerê û malbatên wan dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Teror gefeke navdewletî ye, divê em bi yekdestî li hemberî wan kiryaran rawestin.”