Nivîsar

PKK di nava şerê li dijî gelê Kurd de ye

Besê Hozat hevseroka KCKê, yek ji rêvebera PKKê li gel kanalek televizyona PKKê wek hemû hevalên xwe yên rêveberiya PKKê li dijê PDK derewa dike û gotinên ne rast ne di cih de dike. PDK.info, bersiva Besê dide.

Di kdp.info de dibêje:

Bersivek bo Besê ya cotserok

Besê a cotseroka KCKê di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke ser bi PKKê de, zêdegaviyan dike û dibêje, “PDK şer li dijî gelê Kurd ragihandiye û hinek zimandirêjiyên din li dijî PDKê kiriye û behsa vegera ji bo xeta netewî dike.

Em di bersiva wê de dibêjin, erê Besê xan a hevserok, baş e PDK şer ragihandiye yan hûn her roj, kurdek li kûdera dinyayê hebe, hûn bela xwe difroşênê?

PDK gundên we dagîr kiriye yan we bi sedan gundên Herêma Kurdistanê bi zilm û zoriyê ji xelkê stendiye û dagîr kiriye û hûn nahêlin kes biçe mal û milkê xwe?

Baş e, Besê Hozat a hevserok, em ji te dipirsin, PDK hatiye ser axa we yan hûn bi bêşerm û fedî hatine we axa vî miletê ku zilm dîtiye, dagîr kiriye?

Ji me re bêjin, PDK endam û kadroyên we kuştine, yan hûn kadirên PDKê şehîd dikin?

PDK tenê karek kiriye, ew jî vekirina sîng û mala xwe ye ji we re û alîkariya we kiriye, lê we xwe bi neciwamêrî kiriye xwediyê malê xelkê û hûn xwe dikin bedîl ji dezgehên Hikûmeta Kurdistanê re.

PDK çi kiriye ku hûn dibêjin PDK şer ragihandiye? Eger PDK ji we re bêje xelkê Başûr nekujin û zilmê li wan nekin û erd û baxên wan dagîr nekin,,, gelo ev ragihandina şer e?

Hûn ne ji niha de, lê belê ji kevin de, hûn di nava şerê li dijî gelê Kurd de ne. Hewce nake hûn gotinên netewî û kurdbûnê bêjin, her kes baş we nas dike, ku hûn çi ne û hûn çawa hizir dikin, zireyekê baweriya we bi netewe û berjewendiyên gelê Kurd nayê, û hûn li pey îdolojiyeke ecîb û xerîb û aloz ketine, ku qet hûn rêzê ji hizrên netewê re nagrin. Xelkê Kurdistanê baş we nas dikin, û xelkê Kurdistanê ne di wê asta nizim de ne ku hûn bi gotinên netewî wan bixapînin.

Em hemû baş dizanin, ku hûn cesaret nakin û hûn newêrin şerê Tirkan bikin û her roj ji ber wan direvin û hûn artêşa Tirkiyê li pey xwe tînin nava axa Başûrê Kurdistanê. Hûn newêrin nêzîkî xelkê bibin û tenê li pêşiya we maye ku hûn bela xwe bifroşin Kurdên feqîr.

Hûn netiştik in, hûn komek kesê destkurt û ziman dirêj in. Hemû xelk ji we aciz û bêzar in, aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ji we bêzar in, lê newêrin bêjin. Lê PDK li hemberî karên we bêdeng namîne û zilm û teidaya we ji miletê hejar re, qebûl nake.

Eger hûn nikaribin bi xelkê, herî kêm bêdeng rûnên û zimanê xwe dirêj nekin, Eger hûn berdewam bin li ser van ziman dirêjiyan, bêguman hûnê ziyanê bibînin.

kdp.info

Back to top button