PolîtîkRojev

Îran başûrê Kurdistanê topbaran dike

 Îranê îro dest bi topbarana sînorê Başûrê Kurdistanê kiriye, li gor agahiyan hêzên Îranê sînorê bajarokê Sîdekanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê, Bextiyar Qadir ragihand, topbarana deverê ji demjimêr 11:40 îro Pêncşemê 29ê Cotmehê ve destpê kiriye.

Qaymeqamê qezaya Soranê yê bi wekalet, Mexdîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “ji îro sibehî ve topxaneyên Îranê dest bi topbarankirina gundên Berbezîn, Ketîne û Binperêz li sînorê bajarokê Sîdekanê kirine û heta niha jî topbarana deverê ji aliyê hêzên Îranê ve berdewam e.”

Muxtarê gundê Berbizîn, Mihemed Mecîd jî têkildarî rewşê ji Rûdawê re axivî û got, “ji Dol Meydana Şinoyê ve bi topên dûrhavêj dever tê topbarankirin.”

Îran dema çar salan e bi hinceta hebûna pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet pêşmergeyên Demokrat û Komeleyê, car caran deverên Balekayetî û Biradostê topbaran dike.

Back to top button