Erdogan, dixwaze kirasê îslamê li bejn û bala berjewendiyên xwe bike
Dewlet ji bo karîkaturan bi hev nakevin, tekilîyên navnetewî li ser weşana kovarên karîkatura ava û xerab nabe.Dewleta Tirkî û dewleta Fransayê di meseleya Lîbya, Bahra Spî û Sûrî de wekî hev nafikirin, berjewendiyên wan hev nagire, her 2 dewlet li beramberî hev şerê aborî, dîplomasî, siyasî, îstixbaratî û psikolojî dimeşînin.
Ev nakokiyên di navbera Tirkî û Fransayê de hene gelek caran bi destên rêxistinên paramilîterên ku bi ser her 2 dewletan ve ne li ser erdê diguhere û dibe şerê çekdarî. Kî heqe kî ne heqe ew ne meseleya me Kurdan e. Em ne “darikê rastîyê ne” û em ne mecbûrin bibin jî. Madem her 2 dewlet li pê berjewendîyên xwe ne, divê em jî berjewendiyên xwe biparêzin. Nakokîyên navbera Tirkî û Fransayê herî zêde di berjewendîya me Kurdan de ye.Erê! Çima na? Divê ji bîra me neçe berîya nuha 100 salî Tirkî û Fransayê li hevdû kirin û sînorên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi hevre diyar kirin, welatê me perçe kirin.
Doh ne bi piştevanîya Fransayê ba Tirkan nikarîn ewqas bi hêsanî siyaseta xweyî dagirkerî li Kurdistanê meşandiban û serhildana 1925an têk biriban. Ger Tirk îro hema tenê ji piştevanîya dewleteke wekî Fransa bêpar bimînin ev yek otomatîk wê tesîra xwe li têkoşîna Kurdan bike. Dewletên dagirker çiqas qels bibin ewqasî derfet ji bo me ava dibe ku em bigihêjin maf û armancên xwe.Erdogan, dixwaze kirasê îslamê li bejn û bala berjewendiyên xwe bike.
Eynî wekî ku Mistefa Kemal di salên 1920an de dikir. Di encamê de divê Kurdên bi rastî hesasiyetên wanî Îslamî hene baş zanibin ku dewleta Tirkî gelek yasa û zagonên xwe ji Fransayê stendine. Macron jî serokê dewleteke laîk, sekuler û bêdîne, Erdogan jî serokê dewleteke laîk, sekuler û bêdîne! Dînê dewleta Tirkî nîne, ez bêbextiyan li wan nakin wan bixwe di makezagona xwe de tâ’rîfa xwe bi vî rengî kirine. Erdogan, îslamê tenê ji bo berjewendiyên xwe wekî alaveke propaganda bi kartîne.
Ew bixwe jî baş zane ku “LAÎKLİKA” ku bav û kalên wan ji FRANSAYÊ anîye li welatê wî xeta sore.
Serhad Mêrdînî