CîhanRojev

Îsrail û DYA ewlehiya xwe bi hêztir dikin

Wezîrê bergiriya Amerikayê Mark Esper, serdana Îsrail kir. Esper li gel wezîrê bergiriya Îsrail Benny Gantz û serokwezîr Netenyahu civiya.

Esper piştî serdana xwe ya Urdin û Bahreynê çû Tel Aviv û li gel berpirsê vî welatî di derbarê ewlehiya Îsrail û rewşa ewlehiyê li herêmê hevdîtin kirin.

Pentagon di derbarê serdana Esper de daxûyaniyek da û got: Ji bo metirsîyên ewlehî li herêmê serdana Îsrailê de hevdîtinin girîng pêkhatin û pêwendî û dostaniya herdu welatan hate pejirandin.

Pentagon da xûyakirin ku, divê li herêmê di warê ewlehiyê de Îsrail bi hêztir bibe û xwediyê serdestiyekî be. Herweha asayîkirina pêwendiyên welatên Ereba û Îsrail jî babetek girîng yê hevdîtina bû.

Back to top button