Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êmînkî ragihand ku Leşkerê Roj ku weke pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê têne naskirin, di şerê DAIŞê de roleke bi bandor hebû.
Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êmînkî ji Rûdawê re ragihand, Leşkerê Roj di şerê DAIŞê de roleke wê ya bi bandor hebû û gelek qurbanî dane, û piştrast kirine ku ew hêzeke profesyonel in û bi awayekî qaremanane beşdarî şerê roja 26 Cotmeha 2017 bûn.
Cemal Êmînkî diyar kir ku rê nedan ku milîsên ser bi Heşda Şeibî ve li herêma Eyn Iweys û êşde were.
Serokerkanê Pêşmerge diyar jî kir ku Leşkerên Roj ne tenê di wê dastanê de beşdar bûne, lê bi awayekî bi bandor di hemû destan û şerê DAIŞê de beşdar bûne bi taybetî li eniya Rojavayê Dicle, Keskê û Şingal û Rebîe.
Ferîq Cemal Êmînkî herwiha diyar kir ku planeke Heşda Şeibî hebû ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve êrîşî Pêşmerge û deriyê Sêmalka-Pêşabûrê bike, ji ber ku hêzeke Heşda Şeibî çûbû Tirkiyê û li Silopî li gel Hêzên Tirkiyê teqbîqat dikirin.
Di heman demê de Êmînkî wiha got, Hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê soz dabûn ku rê nedin Heşda Şeibî û sozên xwe bicih anîn.
Leşkerên Roj
Leşkerên Roj i Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî hatine naskirin. 12yê Adara 2012an li Başûrê Kurdistanê hêza Leşkerên Roj hate damezrandin. Di destpêkê de, ser bi Hêzên Zêrevanî yên Herêma Kurdistanê bûn, lê 3yê Sibata 2019 ji Hêzên Zêrevanî cuda bûn.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nûnertiya siyasî ya wê hêzê dike. Ew hêz jî weke baskê leşkerî yê ENKSê tê naskirin. Hezîrana 2015an hêza Leşkerên Roj, bi fermî bû ser bi ENKSê. Endamên wê hêzê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Li Başûrê Kurdistanê hatine rahênankirin. Sala 2014an jî, wê hêzê li kêleka Pêşmergeyên Kurdistanê, beşdarî di şerê dijî DAIŞê de kir.