Dema Heşda Şeibî li hinek deverên Kurdistanş bi cih bûyî, hinek sîxûrên wan di nava xelkê deverê de ji bo Heşda Şeibî nav tomar dikiran.
Berpirsekî PDKê li devera Zumar dibêje, ew kesên ku navê welatiyan bo endamtiya Heşda Şeibî tomar kiribûn, hatin girtin.
Berpirsê PDKê li devera Zumar, Hesen Xelo ji BasNewsê re got, sê kesan navê welatiyan bo endamtiya Heşda Şeibî tomar kiribûn û li hember wê yekê dirav jî ji xelkê standinbûn.
Hesen Xelo her wiha got, lê eşkere bû ku xelk xapandine, loma ji laiyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.