
Hinek parti li bakurê Kurdistanê civînek li darxistin û biryar dan ku, ew tifaqa ji bo hilbijartina pêkanîn dê bikin dewamî. HDP,DTK,DBP,KDP-Bakur,KDP-T,Partiya Insan û Azadiyê, Partiya Kominist a Kurdistanê,DDKD û Partiye Azadîyê li Diyarbekir civînek hevbeş pêkanîn.
Piştî civînê hevserokê HDPê di derbarê naveroka civînê de daxûyaniyek da û got: Civîn gelen baş derbas bû. Me biryer da ku em tifaqa xwe bikin tifaqek dewamî.
Sancar berdewamiya axavtina xwe de got ku, ev civîn li ser daxwaziya wan hate li darxistin ê got: ji aliyê meve civînek gelek serkeftî bû. Me di civînê de hinek biryarên giring standin. Me biryer da ku em xebatekî bikin ku, ev tifaqa me bibe tifaqek berdewamî.
HDP di derbarê rewşa Şingalê de daxûyaniyek da û helwesta PKKê pejirand. Gelo ew partiyên din yên ku di nav vê tifaqê de ne di derbarê Şingalê de helwesta wan çiye tê meraqkirin.