CivakRojev

PKK li devera Silêmaniyê wan kesên ku bacê nadin, bi tundî siza dide!

Tê gotin ku çekdarên PKKê tevahiya rêkên qaçax yên li devera Pêncwên ya Herêma Kurdistanê, ku diçin Îranê, qorix kiriye û bacê ji welatiyan distîne! Hinek kolberan ji ber wê yekê dest ji karê xwe berdane.

Çavkaniyekî ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê li devera Pêncwênê zêde bûne û pêşiya kolber û welatiyên wê deverê, yên ku bi qaçaxî baran dibin Îranê û ji wir jî baran derbasî Başûr dikin, digirin û bi zorê bacê ji wan distînin.

Wî jêderî da zanîn, çekdarên PKKê li hember her barekê 25 hezar dînar û bo barê alkolê jî 60 hezar dînaran distînin. Bo kamyonan jî 2 milyon heta 3 milyon dînaran distînin. Baca kamyonan berê tenê 125 hezar dînar bûye!

Bi gotina wî jêderî, ku bi xwe jî qurbaniyê bacê ye, hinek kes hene mehane nêzîkî 20 milyon dînar dide PKKê. Hinek şevan baca ku PKK ji welatiyan distîne, digihê nîv milyon dolar!

Çavkaniyê BasNewsê da zanîn, her kesê ku baca xwe nede, ji aliyê PKKê ve tê girtin. Çekdarên PKKê wî bi darekî ve girêdidin û heta baca xwe nede, bernadin. Çekdarên PKKê bi eşkere diçin Îranê û dîsa vedigerin Başûrê Kurdistanê. Çekdarên PKKê li hember wergirtina bacê, pisûleyekî jî didin welatiyan. Li ser wê pisûleyê navê “HPG” (baskê çekdarî yê PKKê) û logoya PKKê heye û li ser jî “Konfederalîzma Demokratîk” hatiye nivîsandin!

Back to top button