Cîhan
Amerîka: Em rê nadîn tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike
Sema Bekdaş Peyvdara PYD ragihand ku James Jeffrey di hevdîtina li gel aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê eşkere kiriye ku eger tirkiye êrîşa Rojavayê Kurdistanê bike wê Amerîka bi tundî tirkiye siza bike û nahêle tirkiye deverên din yên Rojavayê Kurdistanê diyar bike.
Ji aliyê xwe ve Silêman Oso endamê şanda danustandinan ya ENKS li gel Tevdemê jî ragihand wan dilgiraniya xwe li hember êrîşên tirkiye eşkere kirine û Nûnerê Amerîka jî wê yekê piştrast kir ku nahêlin tirkiye êrîş bike û Jeffrey daxwaz ji her du civatên Kurdî kiriye ku di zûtirîn demê de rêkkeftina xwe ragihînin.