Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Nûnerê Amerîkayê Taybet Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Hewlêrê dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Li gor zanyariyên Rûdawê Şandiyê Taybet yê Serokê Amerîka Bo Hevpeymaniya Navdewletî û Nûnerê Amerîkayê Taybet Bo Karûbarên Sûriyê James sibe Sêşemê 22yê Îlona 2020an ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.
Derbarê wê serdanê de Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku James Jeffrey êvara roja Yekşemê James Jeffrey gihîşte Hewlêrê û dê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê ji wan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Li gor daxuyaniyê James Jeffrey û berpirsên Herêma Kurdistanê behsa hemahengiya berdewam ji bo têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê û hewlên berdewam yên bicîanîna aramiyê li navçeyên azadkirî dikin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin ku duh 20ê Îlona 2020an James Jeffrey bi mebesta pêkanîna hevdîtinên cuda ligel berpirsên bilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), herdu şandên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ku Diyaloga Kurdî-Kurdî ya ji bo yêkreziya aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê birêve dibin, serdana wê parçeya Kurdistanê kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku James Jeffrey di hevdîtinê de xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku pêwîstî bi hemahengî û pêkvekarkirinê di helmeta taybet bi têkşikandina DAIŞê heye.
Piştî serdana Hewlêrê biryar e, James Jeffrey roja Çarşemê 23yê Îlona 2020an bi mebesta hevdîtina ligel berpirsên bilind ên Almanyayê bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û hewlên berdewam ên bo têkşikandina bi temamî ya DAIŞê serdana Berlînê dike.