PKK dehan zarokên Êzdî ji Şingalê revandiye û kesukarên zarokan jî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û rêxistinên mafên mirovan dikin alîkariya wan bê kirin û zarokên wan ji destê PKK bêne rizgar kirin.
Bi gotina kesukarên zarokên ku hatine revandin beşek ji zarokên wan piştî ji destê PKK reviyane, careke din ji aliyê PKK ve hatine destgîr kirin.
Bihar Koçek dayika yek ji wan zarokane ku ji aliyê PKK ve hatiye revandin û ew dibêje: “Neku her rê nadin kurê xwe bibînîn, belku nahêlin bi telefonê jî li gel wan bipeyvîn”.
Kesukarên wan zarokên ku ji aliyê PKK ve li Şingalê hatine revandin daxwaz dikin her çi zûye aliyên peywendîdar ji bo rizgarkirina zarokên wan kar bikin.