PolîtîkRojev

Koriya Başûr 300.000 dolar ji wargehên Kurdistanê re dabîn dike

Koriya Başûr 300.000 dolaran pêşkêşî koçber û penaberên Herêma Kurdistanê kiriye ku kereste û pêdiviyên zivistanê ji bo wan bêne dabîn kirin û ji sermaya zivistana bê de parastî bimînin.

CHOI Kwangjin Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Hewlêra paytexta Kurdistanê li gel Hoşeng Mihemmed Birêveberê Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan civiya û terxankirina 300.000 dolaran ragihand, her wiha her du alî li ser rewşa mirovî û qeyrana Korona ya li Herêma Kurdistanê axivîn.

Konsolê Giştî yê Koriya Başûr balkişand li ser wê yekê ku welatê wan heşt milyon dolar li rêya rêxistinên navdewletî ji bo Iraqê terxan kiriye, 300.000 dolar jî li rêya navenda qeyranan ve ji bo koçber û penaberên li Kurdistanê amade kirine.

Bi gotina CHOI Kwangjin Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Hewlêra paytexta Kurdistanê, pêşkêşkirina wê pereyê ya ji bo koçber û penaberan li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Hoşeng Mihemmed bi navê Hikûmeta Kurdistanê spasî hevkariyên Koriya Başûr kir û ji bo peywendiyên di navbera Hewlêr û Seul de, rola Konsolxaneya wan ya li Hewlêrê jî bi girîng da zanîn.

Li Kurdistanê zêdetirê yek milyon koçber û penaber heye û mesref û xerciya wan ya salane nêzîkî yek milyar dolare.

Back to top button