Gelo Li Rojavayê Kurdistanê destwerdana PKKê heye, an jî PYDê bi xwe PKKê ye?
Serokê ENKS Siûd Mele bi rojnameya Kurdistanê re hevpeyvîneke dirêj pêk aniye. Siûd Mele di hevpeyvîna xwe de li ser gelek mijar û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê sekiniye û şirove kiriye. Bi taybetî jî di hevpeyvîna xwe de li ser pêwendiyên ENKS û PYDê rawestiyaye. Qala pirsgirêkên tîfaqê û yekrêziyê dike.
Wek tê zanîn ku demeke dirêj e ku di navbera ENKS û PYDê de ji, ji bona tîfaq, enî, yekrêziyê xebat heye. Ji vê xebatê re jî Emerîka û Fransa serpereştî dikin.
Lê roja ku xebata ENKS û PYDê dest pê kir, siyasetvanên Kurdistanê jî ev mijara şirovekirin û analîz kirin û pirs pirsiyan û ew pirsan bersîv kirin.
Beşek siyasetvanên Kurd dema xebata ENKS û PYD ji bona tîfaqê dest pê kir, wek tîfaq çêbûye, ji raya giştî re ragîhandin.
Beşek siyasetvanan, gelek bi ixtiyat li mijarê nêrîn. Min jî bi şik û îxtiyat li mijarê mêze kir. Min gorî wê jî nêrînên xwe di gelek nivîsan de diyar kir. Ez û gelek siyasetvan û nivîskarên Kurd jî di ev helwesta xwe heq bûn. Lewra bûyerên li Rojavayê Kurdistanê qewimîbûn, hebûna dîktatoriya PKK/PYDê li Kurdistanê, kar û xebatên gelek xirab yên ji aliyên PYDê ve li hemberî rêxistin û partî û kurdperweran hatibûn kirin, ji bona ku em li mijarê bi şik û îxtiyat binêrin sedemên gelek girîng bûn.
Bi taybetî jî, ji bona ku me baş dizanî ku PYDê PKKê ye, PKKê jî li dijî tîfaqê gelek aşkere şer dike û helwesta xwe diyar kir; ji bona vê xebatê Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Kurdistanê Mesûd Bazranî û KDPê sucdar kir, ew şik û îxtiyata me hezar carî rast derket.
Gorî baweriya min jî ew şik û îxtiyata îro jî rast e. Loma jî divê ENKSê, hemû siyasetvanên Kurd di ev xebata tîfaqê de bi şik û bi îxtiyat bin.
Beriya 15 rojan (21.08. 2020) min di derbarê vê pirsê de dîsa nivîsand. Di gelek rojnameyên Kurdistanê de jî ev nivîsa min hat weşandin.
Min di nivîsa xwe de digot ku: “Beriya çen mehan diyar bû ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq pêk hatiye. Piştî wê daxûyanî minaqeşeyeke dest pê kir. Piştî ev minaqeşeyan derket holê ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq çênebûye, ji bona tîfaqê hewildan heye. Emerîka û Fransa jî ji vê xebatê re serpereştî dikin.
Pişt re hat diyar kirin ku bi giştî li hevkirinek çêbûye û xebata esasî ya tîfaqê dest pê kiriye.
Di ser wê daxuyaniyê re gelek wext derbas bûye. Hîn encamek nehatiya holê. ENKS û PYDê di derbarê vê mijarê de hîn daxuyaniyeke hevbeş neda ku di pirsên esasî û bingehî de li hev kirine, an li hev nekirine? Dê bi hev re xebat bikin? Dê bi hev re li Kurdistanê desthilatdar bin? Dê gor plûralîzmê rêvebirina Kurdistanê realîze bikin?
Diyar e ku astengiyê mezin hene. Di vê navberê de şîrketeke Emerîkî bi PYDê re ji bona petrolê peyman çê kir. Peyman ji bona petrola Derêzorê ye. Gelo di tîfaqê de statuya wan petrolan û petrolê Kurdistanê dê çewa bibe? Ev mijareke girîng e. Heta ez dibêjim ku li pêş hevkarî û tîfaqê jî asteng e.
Ji aliyê din de PKKê aşkere dijitiya xwe ya vê tîfaqê diyar dike.
Berpirsên PKKê gelek bi zelalî didin xuyakirin ku ew naxwazin ev yekrêzî pêkwere. Daxuyaniya Cemîl Bayik di vê xalê de gelek aşkere ye.
Ji aliyek din ve bi provakasyonên PKK kesên girêdayî Qendîlê, êrîş birin ser ofîsa PDKSê û ala Kurdistanê daxistin û ofis şewitandin, sloganên PKK li ser dîwarên ofîsê nivîsandin.
Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) li ser êrîşê diyar kir: “Roja şemiyê nêzîkî saet 20:00ê êvarê, grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYDê êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li rojhilatê bajarê Qamişlo kirin, vê grûpê li ser deriyê ofîsê li ser logoya partiyê û Ala Kurdistanê gelek tiştên xirab bi boyaxa reş nivîsîn, sloganên xwe avêtin û agir li pêşiya ofîsa me vêxistin. Bi qasî saetek û saet û nîv ev berdewam bû.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir ku di salên çûyî de jî grûpên bi heman navî êrîşî ser ofîsên PDK-Sê dikirin û got: “Ofîsên me dişewitandin û gelek caran Ala Kurdistanê binpê dikirin û dişewitandin. Mixabin. Ev kiryarên wiha di vê qonaxê de ku em tê re derbas dibin, em weke ENKS bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), em baweriyê bi diyalog û gotûbêja Kurdî-Kurdî dikin, ji ber ku em dibînin yek ji faktorên ku dilxweşî û aramiyê û herwiha heval û dostên Kurdan bêhtir pêk bîne, ev yekrêziya hanê ye. Ji ber vê yekê em di vê qonaxê de ev êrîş êrîşeke xirab e, xuya ye hinek kes, şepêlek heye di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihe rehetiyekê ku jiyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”
Ev gruba Apocî û PKKyî ne. Ev êrişa jî nîşan dide ku PKKê li dijî tîfaqaka Rojavayê Kurdistanê ye.”
******
Dema ku min hevpeyvîna Serokê ENKSê xwend û analîz kir, min dît ku nêrînên min anîne ser zimên rast in û di mijara tîfaqê de pirsgirêk dom dikin.
Beşek hevpeyvîna Serokê ENKSê wusa ye. Serokê ENKSê dibêje ku:
“Yekrêziya Kurdî ji karên me yên pêşîne ye. Ev ji bawerî û armancên me ne û her dem daxwaza wê dikin. Em bi yekrêziya Kurdî re ne û ji bo armancê jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd hat damezirandin. PYD tevlî ENKSê nebû û bi tena xwe çarçoveyek çê kir. Hemû dizanin ku em û PYDê wek hev nafikirin.”
“Piştî dagîrkirina Efrînê, fermandarê Giştî yê HSDê destpêşxeriyeke yekrêziya tevgera Kurdî pêşkêş kir. Me wek ENKSê pêşwazî li wê destpêşxeriyê kir û tekezî jî lê kir. Lê tiştê em ji helwesta PYDê û hin kesên Rêveberiya Xweser kontrol dikin dibînin ku pêşwaziyê li wê destpêşxeriyê nakin. Piştre destpêşxeriya Fransî derket û piştre destpêşxeriya Amerîkî… Lihevhatina Kurdî ya di bin serperiştiya Amerîka de dê bandora wê ya bihêz ji bo pêşerojê hebe.”
“Me dest bi diyalogê kir û me komîteyên danûstandinê ava kirin. Wan komîteyan dikarîn destkeftine mezin û bilez pêk bianîna, lê xalên nakok li pêş wan rawestiyan, ji xalan jî, pirsa girtiyan û destêwerdana PKKê di diyarkirina çarenivîsa gelê me de ne. Herwiha pirsên din ên nakok hene wek pirsa xwendiha, leşkeriyê, girêbesta civakî. Em dibînin ku girîng e ev pirs bêne çareserkirin.”
******
Serokê ENKSê dema ku nêrînên xwe tîne ser zimên ji destwerdana PKKê qal dike. Gorî baweriya min li Rojava Kurdistanê di tîfaqê de pirsgirêke girîng, esasî, stratejık, ev pirsa ye.
Lê di teşhîs û tespîta pirsgirêkê de şaşî heye û ew tespîta tê kirin li dijî dîroka Rojavayê Kurdistanê û rastiya PYDê ye.
Bi salan e ku ez û gelek siyasetvanên din jî dinivîsînin, di konferans û semîner û telewîzyonan de tînin ser zimên ku PYD rêxistineke xweser nîne. Ev rêxistina PKKê ye.
Loma divê em xwe nexapînin ku PYDê rêxistineke xweser û ji derveyî PKKê ye.
Baş tê zanîn ku berpirsiyarên PYD yên di ciyê stratejîk de Kurdên Bakurê Kurdistanê ne û endamên fanatîk yên PKKê ne.
Serleşkerê PYDê bi xwe mirovê Ocalan e. Di xalên stratejîk de dê daxwazên PKKê pêk bîne. Ji ve yekê re jî mecbûr e. Lewra rêxistina PKKê wekî din rehetî û îzin nade wan.
Diyarbekîr, 04. 09. 2020
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21Qgmail.com)