PolîtîkRojev

Nordic Monitor: Berpirsekê AKP ji Qeterê, 65 milyon dolar bertîl wergirtiye

Li gor belgeyeke ku malpera Nordic Monitor eşkere kiriye, Ahmet Berat Çonkar ku berpirseke AKP ye berî hefteyekê komîteya karubarê derveyê Parlemena tirkiye peymana aramiya hêzên tirkiye li Qeter bê encamdan, bi awayeke nihênî li gel efsereke pile bilindê dezgeha hewalgiriya(îstîxbaratî) Qeterê 65 milyon dolar bertîl girtiye.

General Sinan Surer Berpirsê beşa hewalgiriya biyanî ya artêşa tirkiye di derbarê vê bertîl wergirtina Ahmet Berat Çonkar sonda yasayî xwariye li daîreya navenda hevbeşa giştî ya ji bo nirxandinên zanyariyan û li belgeyek da radigihîne ku li gor wan zanyariyên hewalgiriyan ji çavkaniyeke agahdar ve wî pereyî wergirtine. Ahmet Berat Çonkar berî birêveçûna civîna komîteya karubarê derve ya ji bo pejirandina yasayek ku rê bide yekîneyên serbaziyên tirkiye li Qeter bi cîh bibê li gel efsereke pile bilindê Dezgeha Hewalgiriya Qeterê civiyaye û 65 milyon dolar bertîl wergirtiye.

Ahmet Berat Çonkar li sala 2014 heta 2016 berpirsê komîteya karubarê derveyê Parlemena tirkiye bûye û li dema pejirandina vê rêsayê wate 02.03.2015 berpirsê komîteyê bûye.

Back to top button