CivakRojev

Daxuyaniyek li ser can ji destdana şofêreke tirkiyê li Zaxo

Beşa Peywendî û Ragihandina Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl daxuyaniyek de eşkere dike ku li rêkefta 31.08.2020 şofêrekê welatê tirkiyê yê bi navê Abdulla Urgun li Zaxo di nava otombêla xwe ya barhilgir da canê xwe ji dest daye û niha termê wî li Dadgeha Pizîşkî ya Dihokê ye lêkolîneke pizîşkî li ser sedemên can ji destdana wî tê kirin.

Her wiha daxuyaniyê de hatiye gotin ku li torên civakî û hinek malperan de gote gutek belav bûye ku ew şofêr hilgirê virusa Koronayê bûye û eve sedem û egera mirina wî bûye. Em raya giştî agahdar dikîn ku çi bingehek ji bo vê gote gotê nîne û encamên pişkinînên navbihûrî li taqîgeha Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl negatîf bûye û hilgirê virusa Koronayê nebûye.

Back to top button