
Dabînkirina dermanên ji bo wargehan
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel kompanya Edrak derman û keresteyên pizîşkî ji bo nexweşxane û binkeyên tendirustiyan dabîn dikin.
Rêkefta 09/08/2020 li dirêjahiya hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi mebesta palpiştîkirina kertê tendirustiyê li Herêma Kurdistanê, bi hevkarî li gel kompanya Edrak heşt palêt daw û derman pêşkêşî nexweşxaneyan û binkeyên tendirustiyên li nava wargehên koçber û penaberan kirin.
Ji bo xwendekaran dabeşkirina pêdiviyên xwendinê
Li dirêjahiya palpiştiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo kerta perwerde, çanta û pêdiviyên ji bo 772 xwendekarên qonaxa destpêkê hate dabînkirin.
Rêkefta 12/08/2020 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Sawt Al Misnîn Walaele, li wargeha Behirkê 1 çanta û pêdiviyên xwendinê li ser 772 xwendekaran dabeşkir.
Hevkariya xorekiyê li 887 malbatên koçber kirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel rêxistina HELP THE NEEDY pêdiviyên xorekî ji bo koçberan dabîn kirin.
Rêkefta 13/08/2020 li wargeha Hesenşam U2 ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê birêvebirin, behemahengiyê li gel rêxistina HELP THE NEEDY ard û birinc û paketên xorekê li ser 887 malbatên koçberên wargehê de dabeşkir.
380 malbatên kêmderametên devera parêzgeha Dihokê hatin hevkarî kirin
Li çarçêweya projeya hevkarîkirina malbatên kêmderametên li Herêma Kurdistanê ku ji ber belavbûna virusa Korona bandorê li ser jiyan û debara wan de hebû, li dirêjahiya projeyên xwe da, li devera parêzgeha Dihokê hevkariya xorekî li 380 malbatan hate kirin.
Rêkefta 13/08/2020 li çarçêweya projeyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwazia Barzanî ku taybete bi hevkarîkirina malbatên kêmderametên li seranserê Herêma Kurdistanê, bi hevkariya li gel rêxistina LWF paketên xorekê pêşkêşî 380 malbatan kirin.
Lubnan… Yarmetîdana 500 malbatên ziyanlêketiyên teqînê
Piştî teqîna rêkefta 04/08/2020 ya li bendereke Beyruta paytexta Lubnanê, li ser raspardeya Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya çend kesayetiyekê xêrxwaz, hevkariyê pêşkêşî xelkê lêqewimiyê rûdanê kir ku bi neçarî li ser kolanan jiyanê li ser dibin û li rêkefta 12/08/2020 tîmeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîşte bajar û li çalakiyeke navdewletî da hevkariyê gihande 500 malbatên ziyanlêketî.
500 malbatên koçber hatin hevkarî kirin
Li çarçêweya projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li nav wargehan de, bi hemahengî li gel rêxistina Qeriye Alatfal Aldewliye SOS hevkariyê pêşkêşî 500 malbatên wargehên Hesenşam û Xazir kirin.
Rêkefta 26/08/2020 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku erkê birêvebirina wargehên koçber û penaberên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê li stûyê wê daye, bi hemahengiya li gel rêxistina Qeriye Alatfal Aldewliye SOS li her du wargehên Hesenşam û Xazir çalakiyan encamdan û li vê çarçêweyê da ard û birinc û paketên xorekê pêşkêşî 500 malbatên koçber kirin.
Hevkariya 530 malbatên Şingalê kirin
Li çarçêweya projeya hevkarîkirina wan malbatên ji wargehan ve vedigerin devera Şingal û dewrubera wê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya xorekî û tendirustiyê û cilubergan pêşkêşî wan kirin.
Bi dirêjahiya meha 08/2020 tîmên Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xala pişkinîna Bedriye – Musil û Sihêla, paketên xorek û tendirustî û cilubergan li ser 530 malbatan dabeşkirin ku ji wargehan ve vedigerin ser warên xwe û bab û bapîrên xwe yên li Şingal û dewrubera wê dûbare dest bi jiyanê dikin.