CîhanRojev

Xelkê Lîbyayê bêriya Qedafî kirine

Şeva derbasbûyî beşek ji welatiyên Lîbya li bajar û bajarokên Rojava û Başûrê welatê xwe, bîranîna 51 saliya şoreşa Muemmer Qedafî kirin ku bi “Şoreşa Fetih” hatiye naskirin û ji ber wê serkeftinê jî li sala 1969 desthilata welat xist destê xwe.

Xelkê Lîbya ala serdema Qedafî û wêneyên Qedafî û kurên wî bilind dikin, her wiha bi karwana otombêlan li kolanan de alîgirên Qedafî bîranîna wê serkeftina şorê kirin.

Alîgirên Qedafî piştevaniya Seyfulîslamê kurê Qedafî dikin û daxwaz dikin, desthilata welat bigrê destê xwe û Lîbya vegerênê rewşa wê ya berê û dawiyê bi şerê navxweyi ya welat bîne.

Li encama bombebaraneke Fransa ya li ser karwana otombêlên Muemmer Qedafî û paşê jî ji aliyê çekdarên rikeber ve li 20ê cotmeha 2011 hate kûştin.

https://www.facebook.com/watch/?v=2628928834039412&extid=bJxhP61iISgS2rRJ
https://www.facebook.com/watch/?v=3357259991035231&extid=ywYbgyuSvlK2nzgc

Back to top button