Li gor daxuyaniyeke ji aliyê Konsolxaneya Koreya Başûr li Hewlêra paytexta Kurdistanê hatiye ragihandin îsal 4. festîvala Koriya Başûr li Kurdistanê bi awayele online birêve dibin.
Wekî ku hatiye ragihandin, Wekî beşek ji çalakiyên Heftiya Korî ku li meha 10 ê îsal birêvediçê, Konsolxaneya Komara Koriya Başûr li Hewlêrê xweşhale bi ragihandina çaremîn festîvala Korî bi awayeke online.
Ev festîval li 17ê meha 10 birêvediçê.
Ew kesên ku dixwazin behremendên xwe yên bêhempa pêşkêş bikin xelatên taybet werbigrin, pêwîste li pêşbirkêya festîvalê de behremendên xwe bi awayeke online yên li van warê xwarê de pêşkêş bikin.
Strana K-Pop
Semaya(reqsa) K-Pop
Axaftina bi Korî
Wêneyên Korî
Hunera destî ya Korî
Xwarina Korî
Her wiha her çalakiyeke din ku peywendî bi kultura Koriya ve hebê dikarin heta 19ê meha 9 ji bo taqîkirin û ezmûna online bişînin û 3ê meha 10 roja wergirtina videoyane.
Ev festîval ji aliyê The Organization For Korean Studies ve tê birêvebirin.