Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hefteyekê de 132 kesan li Herêma Kurdistanê bi Koronayê can dane.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên hefteyekê yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav hefteyekê de 3 hezar û 520 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 154 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê her wiha daye zanîn, di nav hefteyekê de 132 kesan jî bi Koronayê can dane.
Ew hefteya ku amarên wê hatine ragihandin, ji roja 21 vê mehê heta 27 vê mehê bûye.