Malper Kultur Destana Kêra Kurdî ya ji bo kûştina Dêw û Tebayan

Destana Kêra Kurdî ya ji bo kûştina Dêw û Tebayan

Xencera Kurdî ku çekekê neteweyî ya Kurdane û wekî remz û sembola xweparastinê tê zanîn û li cîhanê de jî navdengê xwe heye. Kêra Kurdî jî wekî xencerê navûdenge, lê belê ji bo kuştin û ji nav birina Tebayan (Dêw) hatiye bikaranîn.

Li gelek pirtûk û filman de jî kêra Kurdî anku Kurdish Knife hatiye bikarnîn û wekî pirtûka romana yan zincîre televizyoniya wekî zincîra Amerîkî Xwezaya Bêhempa (Supernatural) de navê kêra Kurdî hatiye bikaranîn, ew zincîre çîroka du birayên bi navên “Sam” û “Dan Winchester”e ku ji bo nêçîra bûnewerên nexwazayî li seranserê Amerîkayê de digerin. Li beşa heştemê zincîrê da Kêra Kurdî ji bo kuştina Teba û dêwek ku xwe li bergê mirovan da derxistiye bikartînin.

Her wiha Agatha Christie li hinek cihên çîrokên xwe da navê kêra Kurdî bikaraniye ku ji bo kuştinê hatiye bikaranîn.

Azad Salawatî

Çavkanî:
www.supernaturalwiki.com
supernatural.wikia.com
atkinson-swords.com
newspapers.nl.sg
supernatural.fandom.com
www.hadesindustries.com
spnlegends.files.wordpress.com

Bê nêrîn

Nerîna min :