Serokê Kurdistanê serxweşiyê li malbata Barzan Mela Xalîd kir
Serok Nêçîrvan Barzanî li peyamek da serxweşiyê li malbat û kesukarên têkoşerê dêrîn Barzan Mela Xalîd kir ku ji ber nexweşiyê ve koça dawî kir. Eve jî naveroka wê peyamê ye:
Ji bo malbat û kesukarên têkoşerê dêrîn Barzan Mela Xalîd
Ji bo koça dawî ya medyakarê navdarê şoreş û têkoşerê dêrîn xwedê jêrazî Barzan Mela Xalîd, sersaxiyê li xwe û we yên birêz û hemû dost û hevalên wî dikîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê wî şad bike û bixe ber dilovaniya xwe.
Xwedê jêrazî Barzan Mela Xalîd, mînakeke miroveke dilsozê xizmetkar û perwerdeyê malbateke şoreşgêre, gelek ji berê ve bav û malbata wan piştevanê şoreşên Kurdistanê bûne, ew bi xwe jî li serdema şoreşa Eylûlê de dengê naskiriyê radyoya Dengê Kurdistana Iraqê û li şoreşa Gulanê jî bi heman awayî berdewam bû. Li raperînê da dengekê diyarê moral û urebexş bû ji bo Pêşmerge û xelkê raperiyê Kurdistanê. paşê jî wekî Endamê Parlemen û Birîkarê Wezîrê Rewşenbîrî xizmeta warê rewşenbîriyê kir. Kesekî têkilî xelkê û xweşdivî bû. Bîranîna wî, bi xebat û xizmeta xwe ve ji bo gel û welatê me herdem bi zîndî dimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/08/2020