Kultur

Mezintirîn Ferhenga Erebî – Kurdî hate çap kirin

Rewşenbîr û zimannasên Kurd ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî sedan ferhengên zimanevaniyê çap û belav kirine, lê belê wekî pêwîstiyeke herdem ya ji bo xwendin û xwendewariyê bi taybetî li warê zanistên mirovayetiyê û akademîst û nivîskar û rewşenbîran hindî hebê hê jî kême.

Yek ji wan berheman jî mezintirîn ferhenga Erebî – Kurdî ya bi navê Ferhenga Nûjen (Alqamus Al Asrî) hate çap kirin Ferhenga nûjen ferhengeke Erebî – Kurdî ye û ji çar bergan pêkhatiye û bi giştî du hezar û 982 rûpele.

Ev ferheng ji aliyê xwedê jêrazî Ezîz Akreyî (1924-1998) naskirî bi (Muqedem Ezîz Eqrawî) ve hatiye amadekirin û her wekî ku berê ewî behsa vê ferhengê kiriye ku nêzîkî 40 sal mijulî vê bûye û sûdê ji hemû şêwezarên zimanê Kurdî wergirtiye û bi Kurdiya pîtên Latînî bikaraniye.

Back to top button