PKK zaroka bi jehr dike
Gelek cara li ser rewşa Kurda û PKKê nivîs hatine nivîsandin, gelek siyasetmedara li ser rastiya PKKê û tahrîbatên PKKê di civata Kurdistanê de peyda kirî nirxandin hatine kirin, herweha rojana her insanek Kurd di jiyana xwe de xeletî û nexweşiya PKKê kirî di nava Kurdan de dibîne.
PKK bi siyaseta xwe Kurdistan wêran kiriye û tehdîda herî mezine li ser pêşeroja Kurdan û rêgirê dewletbûna Kurdan e.
Mimkine hêja gelek kes vê yekê nebînin û tenê ji bo dijitiya desthilata Tirkiye heta ji bo kiryarên dewletê li Kurdistanê, ji bo zilm û zordariya dewletê wek bertekek pişgiriya PKKê bikin.? Ji xwe ev yek jî dibe sedemek ku Kurd li Bakur di navbera dewletê û PKKê de asê mane. Her yek ji aliyê xwe ve û bi diyalogek weşartî û kûrahî ji bo Kurda ji holê rakin dixebitin.
Ji aliyek din ve PKK bi mejiyek faşîzan zarokên Kurd ji dibistana dûr têxe û dibe leşkeriyê û wan bi temenek gelek biçûk de bi çek dike.
PKK li Kurdistanê li dijê Kurda tawanbariyek mezin dike. Her insanek pişgiriya vê siyasetê dike şirîkê vî tawaniye.
Baş bala xwe bidinê qaşo serokê PKKê Abdullah Ocalan çi dibêje:
“ Emê ji Qafkasya heta Suriye bi hemû hêza xwe bikevin di bin fermana Tirkiye de.20-30 milyon insan li welatên cuda hinek kêm netewe û di nav wan de Tirkman jî hene, yanî hemû Kurda ezê bêxim di xizmeta Tirkiye de. Ji ber ku ez hêza di destê xwe de dizanim.Hêzek hêjaye. Eve 200 salin Britanya dixwaze vê hêzê bêxe di destê xwe de.Amerîka, Îran, Rusya hemû dixwazin vê hêzê bêxin di bin bandora xwe de. Raste biçekî zerera min çêbû,lê ez dikarim gelek zêdehî vê yekê telafî bikim û xizmetê bikim. Ji bo çi hun vê nabînin?“
Ev tenê beşek gelek biçûke ji îfadeya Ocalan. Gelek xirabtir axiviye. Lê ji bo çi Kurd vê yekê nabînin ? Ev bi xwe ji bo tevgera azadixwaza Kurd cihê lêkolînekiye.
Gelek cara tê gotin ku Kurd ji bo tiştekî bawerbin divê bi çavê xwe bibînin û bi guhê xwe seh bikin. Belkî wek sosyolojîk heta radeyekî ev rastiyek be. Ev yek bi xwe jî encamê civatek paşketiye . Ji aliyek din gelo ew rewşanbîr!, nivîskar! Xwendevan! Ma vê yekê naxwînin , nizanin? Lê her çibe PKK wek ewrek tarî li ser civata Kurd de hatiye.
Ji berî çend rojekî li kanala PKKê Stêr TV de vîdeoyek ya zaroka hate weşandin. Di bingehê xwe de ev vîdeo cihê şermezariyek mezine. Her kurdek berê xwe bide vê vîdeoyê û pişgiriya PKKê dike bila ji insaniyeta xwe şermê bike.
Bê guman dê her rojek ev rastî bê têgihandin, lê gelo dê hingê ne dereng be?
Vîdeoya jehrîkirina zarokê Kurda, qaşo ew pêşeroja Kurdan e!
Nûçe/Analîz
Rojevakurd