
Eniya Aşitî û Azadiyê li gel Nûnera Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Zehra Bêlî civînek pêkanî.
Eniya Aşitî û Azadiyê ku ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rêxistina Aşûrî û Encûmena Erebî li Cizîrê pêk tê daxuyaniyek belav kir.
Li gor dauxyaniya hatiye belavkirin şandeke Eniya Aşitî û Azadiyê li gel Nûnera Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Zehra Bêlî civînek encam daye.
Eniya Aşitî û Azadiyê di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye, ku wan spasiya nûnera Amerîka di derbarê hewlên nêzîkirina aliyan û tunekirina DAIŞê de kirine.
Her di wê daxuyanyê de hatiye tekezkirin ku Amerîkayê roleke hevseng ji bo dîtina çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê dilîze û eniya wan wê hewl bide, ku peywendiyên baş li gel hemû aliyên opozisyona Sûriyê pêk bîne.
Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ji Dawid Dawid, Gabriyêl Mûşê, Ewde Îssa, Seidûn Turinbil, Mihemed Îsmaîl û Silêman Oso pêk hatibû.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ku ew jî di nav wê şandê de bû beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa serdana şanda wan a bo Nûnera Amerîkayê kir.
Silêman Oso amaje bi wê kir daxwaza hevdîtinê ji Nûnera Amerîkayê hat û wan jî pêşwazî li wê daxwazê kirine.
Derbarê encamp serdana û naveroka civîna wan de jî Oso diyar kir, “Weke dewleta Amerîkayê nêrînên xwe dan xuyakirin jib o pêşeroja Sûriyê ka ew bi çi rengî kar dikin ji bo ku aramî û aştiyê bînin Sûriyê.”
Derbarê hevdîtinên ENKS û Partîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) ji bo pêkanîna yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê jî Oso amaje bi wê kir ku qonaxa duyem li ser bingeha Rêkeftina Duhokê dest pê kiriye û tekez kir, “Civînên wan berdewam in û heta niha astengiyek çê nebûne û em bi hêvî ne ku bigihijin encamekê.”