
Bûyera teqîna bi hez li Beyruda paytextê Libnanê hêja di rojeva cîhanê de ye û berpirsên Libnanî hêdî hêdî behsa sedema bûyerê dikin.
Serokkomarê Libnanê Michel Aoun ji bo teqînê cara yekem e behsa ihtimala êrîşekî dike. Aoun di daxûyaniyeka xwe de dibêje: Ihtimale teqîn encama Fûzeyekî yan jî bombeyekî pêkhatibe.
Di teqîna Libnanê de ji 150ê zêde insana jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 5000 birîndar çêbûn, ji % 15ê bajarê Beyrudê bû kavil.
Serokkomarê Libnanê Michel Aoun daxûyaniyek da û dibêje: Hêja bi temamî sedemên teqînê nayê zanîn, lê mimkine ewlehî hatibe ihmal kirin, yan jî encama avêtina fûzeyekî yan jî bombeyekî ev teqîn çêbîbe. Lêkolîn berdewame.