Yekîtiya Ewrupa tirkiye ji têkçûna peywendiyan hişyar dike
Berpirsê Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa bi Parlemena Yekîtiya xwe ragihand, di dema serdana xwe ya vê heftiyê ya Enqerê, di derbarê wan berev pêşveçûnên neyîniyên ku li vê demê de li peywendiyên di navbera wan de hene, hişyariyê daye berpirsên tirkiye.
Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derveyê Yekîtiya Ewrupa balkişandiye li ser wê yekê ku ew berdewamin li hewldana ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Sûriye û Lîbya ku li her du yan da tirkiye li rûyê serbazî û dîplomasî ve beşdariyeke ber bi çav heye.
Borrel dibêje: “Me peyameke zelal daye tirkiye ku em rijdin li ser parastina bingeh, biha, tixûb û serweriya welatên endamên li Yekîtiya Ewrupa, her wiha berdewam dibîn li karkirina ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ji bo Sûriye û Lîbya”.