Civak

Derwêşên Kurd korona û tixûban nas nakin

Li Rojhilatê Kurdistanê hezaran derwêşên Şêx Mihemedê Kesnezanî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û tê pêşbînî kirin ku hejmara wan digihe du hezar kesan.

Berî nîvroya îro 9ê temmûza 2020 hezaran derwêşên Şêx Mihemedê Kesnezanî ji bo rêwresma bi axê spartina rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mihemedê Kesnezanî ku biryare sibê înê li Silêmanî bi axê bê spartin ji Rojhilatê Kurdistanê ve bê kontrola Korona û bê pasaport derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Her çende ji aliyê pasevanên Îranê ve rêgirî li wan derwêşan hatiye kirin ku li encama şer û pevçûnên wan li gel pasdarên Îranî li ser tixûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 6 kes ji derwêşan birîndar bûne. Li gor wan zanyariyên li ser tixûb derwêşên Şêx Mihemed zêdetir ji bajarên Merîwan, Seqiz, Sine û Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatine.

Back to top button