Cîhan
Îtalya: Rêgiriyê li perçebûna Lîbyayê dikîn
Luigi Di Maio Wezîrê Derveyê Îtalya li civîneke rojnamevaniya li gel Heiko Maas Wezîrê Derveyê Almanya li Romaya paytexta welatê xwe ragihand, welatê wan hemû hewleke ji bo rêgirîkirina perçebûna Lîbyayê dide. Wezîrê Derveyê Îtalya behsa aliyên ku li Lîbyayê şer dikin jî kir û got divê ji bo gihîştina rêkeftinê hinek ji mafên xwe xweş bibin û dawiyê bi vê gengeşeya serbaziya niha ya li wî welatî da bînin.
Her wiha got: Gelê Lîbya êşeke zêde ji ber vê gengeşeyên navxweyî kişandiye û pêwîste çarenivîsa wan bi destê wan bi xwe bê, ti destêwerdaneke derekî li wir neyê kirin.
Eve di demek daye Hikûmeta Amerîka jî daxwaz ji aliyên li Lîbyayê şer dikin kir ku dawiya vê cengê û gengeşeyên navxwe bînin.