Polîtîk

Pirsgirêk dê bi destûrê bêne çareserkirin

Encûmena Wezîran a Iraqê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna xwe de pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de gotûbêj kirine û tekezî li wê yekê kirine ku pirsgirêk dê li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 20 Hezîranê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

Piştî hevdîtinê Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê civînê de daxuyanyek belav kir û têde ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî behsa  çareserkirina pirsgirêkên dualî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de kirin.

Li gor daxuyaniyê Barzanî û Kazimî tekezî li çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê kirine ku bi taybetî niha Iraq rûbirûyê çendîn pirsgirêkan bûye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekez li ser hevkariya navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bo derbaskirina krîza aborî ya ji ber daketina bihayê petrolê û koronayê kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Serokwezîr tekez li ser derbaskirina wan astengên niha kiriye bi hevkariya navbera hemû aliyekî daku welat bixe ser rêya rast ji bo Iraqeke aram, ewle û yekgirtî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Şemiyê nîvro bi serdanekê gihişte Bexdayê û ligel berpirsên bilind ên Iraqê li ser çend mijaran, bi taybetî pirsa butçe, meaş û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê de civiya.

Armanca serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bû ku bandor li Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di ware aborî û darayî de. Di wê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

https://www.facebook.com/firyad.barzani/videos/3363747863644677/

Back to top button