Polîtîk

Bi navê dilsoziya Kurdan, mala Kurdan wêran dikin!

PKK partiyeke çep û komunîste dixwaze sîstema rojhilata navîn biguherê sîstema sosyalîstiyê. Bala xwe bidin: (Rojhilata Navîn) û ji bo vê mebestê ji teoriya pûç ya Abdulla Ocelan sud werdigrê. Li 36 salê derbasbûyî de zêdetirê 36 caran stratejiya xwe li ser neteweya Kurd û cîranên Kurdistanê guheriye û hemû carê piştî ketinê, bi yarmetiya dijminên Kurd û dagîrkerên Kurdistanê ji nû vê rabûye ser piya ku nehêlê Kurd bigihe mafên xwe.

Hemû aliyek ji bilî alîgirên PKK dizanin ku ew partî 400 gundên li navçeya Berwariya Bala û Mizuriya Bala û parêzgeha Dihokê dagîrkiriye û rêberên li Qendîl û Îranê rûniştine bi şandina çend gerîlayan li wan navçeyan, rê ji bo rejîma faşîsta tirkiye xweş dikin ku wan navçeyan û gundên dinê navçeyê bombebaran bikin. Xiyaneta wan ya dawî jî rakêşana artêş û cehşên tirkiyê ye ji bo Heftanîna li navçeya Zaxo û dagîrkirina wan cihan ku bi kûrahiya çar kîlometiran.

Cemîl Bayik hevserokê KCK çendîn car bi eşkere bi rojnameya Ronahî ku ser bi PKK ye gotiye: (Dewleta Netewe ya ji bo Kurd jî bê red dikîn, li her perçeyeke Kurdistanê dewleteke neteweyî ya Kurd dabimezrê bi gefeke li ser îdeolojiya xwe dizanîn.)

Li vir da pirsiyar ji bo wê hejmara Kurdên dilsozê firû vexwariyan eweye, eger hûn nikarin belgenameyên PKK bixwînin, herî kêm guh li axaftinên wan bigrin. Her çende bi baweriya min bi gotinên wan jî tênagihin û xwe bi destê xwe û bi navê dilsozî kirina Kurdan, mala Kurdan wêran dikin! Bipirsin: Eger hûn naxwazin dewleta tirkiye biruxênin û ji bo demokratîk kirina tirkiyê hewl didin ji bo çi venagerin tirkiye û li wir hewla demokratîk kirina tirkiye bidin?

Hamid Guharî

Back to top button