Serokê Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê civiyan

Îro şemî 20.06.2020 li Bexda birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal, pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, girîngiya çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûr û li rêya hevkarî û hemahengiya hevbeş ve dûpat kir, bi awayek ku mafê tevahiya Iraqiyan parastî bê û dadweriya civakî pêkbîne.

Li beşeke dinê civînê de çareseriyên ji bo derçûna ji qeyrana aboriya Iraqê têne xwestin xistin rû. Her wiha tekez li ser hemahengî û hevkariya hemû aliyek ya ji bo rûbirûbûna virusa Korona û rêgirîkirina li belavbûna wê kirin.

Nerîna min :