Serokê Kurdistanê li Bexda ye
Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê gihîşt Bexda û li gel berpirsên bilindên Iraqê li Hikûmet û aliyên siyasî, di derbarê çend babetek, bi taybetî pirsa budçe û mûçe û hêjayiyên darayî yên Herêma Kurdistanê de guftûgoyan bike
Serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya Bexdayê ji bo danustandin û çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda ye ku niha ji hemû demekê zêdetir bandorê li ser Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî li warê abûrî û darayî de.
Li vê serdanê da Serokê Kurdistanê li gel Berhem Salih Serok Komarê Iraqê, Mihemmed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraq û Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê bi cûda cûda dicive. Li ser asta partiyan jî li gel Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih, Nûrî Malîkî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Emmar Hekîm Serokê Tevgera Hîkme û Sediriyan dicive.