Cîhan

NY 2 milyon belge li ser tawanên Da’îş komkiriye

Karim Ahmad Khan Serokê Tîma Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Lêkolîna li Tawanên Da’îş, li daxuyaniyek de ji bo ajansa nûçeyî ya Associated Press behsa ewe kiriye ku tîmên wan bi hevkariya beşa dadweriya li Iraqê, zêdetirê 2 milyon belge li ser tawanên Da’îş li Iraqê hatine komkirin.

Karim Khan daye zanîn ku bi lez nekirina pesendkirina yasayên taybet bi tawanên şer, bûye astengek li ber bi cîh kirina dadperweriyê.

Her wiha daye zanîn ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ew belge li gel amadebûna şahidan dikarin bi tevahî, berpirsiyariya yasayî bixin stûyê tawanbarên li dadgehê, êdî ew dadgeh li Iraq birêve biçê yan her welateke din be

Ew belgeyên li ser tawanên Da’îş bi destê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ketiye, sûdeke xwe yê zêde ji bo destnîşankirina cihê gumanlêkiriyên wan tawanên li sala 2014 da hatine encam dan heye. Bi taybetî ew dema ku li havîna sala 2014 Da’îş êrîşî Şingalê kir û bi hezaran kesên peyrewên ola Êzdî kuştine û bi hezaran jî kole kirine.

Back to top button