Civak
Facebook Messenger kar nedikir

Xizmetguzariya Messenger ya ser bi kompanya Facebook li derengê şevê ve kar nedikir û bikarhêner nedikarin name bişînin û werbigrin.
Li gor malpera Down detector bikarhênerên ji Amerîka, Brîtanya, Belçîka, Iraq û Herêma Kurdistanê, dibêjin Messengera Facebook di demjimêr 23:41 xuleka şeva 15.06.2020 bi tevahî kar nedikir.
Dema te name dişand, peyam ji bo te vedigeriya ku digot: “Nameya te nehatiye şandin û ji kerema xwe careke din hewl bide”.
Messengera Facebook nêzîkî nîv demjimêr kar nekir û paşê sîstem baş bû û niha bikarhêner dikarin bikar bînin.


