Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xulekî hawarhatinê vedike
Ji bo bilindkirina asta rewşenbîrî û xweparastina ji metirsiyên tengavî û rûbirûbûna her rûdawekî ji nişkave, Peymangeha Fêrkirina Pîşeyiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî leqê Bilê dehemîn xula rewşenbîrî, xweparastin û hawarhatinê ji bo binkeyên nahiyeya Fezî, nahiyeya Bêran, nahiyeya Şêrwana Mezin, qezaya Mêrgesorê vekir.
Ev xul dê sê rojan li Navenda Qezaya Mêrgesor berdewam bibe. Li vê xulê da Muqedem Osman Sedîq Birêvebirê Bergiriya Şaristaniya Soran rênimayiyên rewşenbîrî û xweparastin û hawarhatina ji rudawên nişkave pêktên ji bo beşdarbûvanên xulê şîrovekir û tîşk xiste li ser wan erk û karên ku divê li dema her rûdawekî nexwastî an jî karesatekî diltezîn da bigihe hawara lêqewimiyan.
Hêjayî gotinêye, naveroka xulê, ji çawayiya berengarbûna agirketin û hawarhatina destpêkê û asûdeyiya pîşeyî û planên parastinên xwe li sêgoşeya berhemê da dibînin ku li vê xulê da nêzîkî 50 karmendên fermangehên deverê têda beşdarî kirine.