Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê bo Malikî: Nasnameya Kerkûk kurdistanîye

 

Duhî Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê civîna civata wezîrên hikûmeta Îraqê li bajarê Kerkûkê saz kir. Malikî, ji bo parastina xwe, çendîn lîwayên arteşa Îraqê û firokeyên şerî bi xwe re anîna Kerkûkê.

Malkî di civîna wezîrên hikûmeta Îraqê de behsa cîbicîkirina madeya 140ê nekir û got ku, Kerkûk bajarekê bajarek îraqqiye û nasmnameya wê jî îraqîye.

Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva Malikî dide û ev li jê teksta daxuyaniya berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê:

Birêz Nurî Malikî, duhî di çarçoveyê serdana xwe ya bo Kerkûkê de,  nîyeta xwe ya rasteqîne li hember madeya 140ê a destûra Îraqê eşkere kir. Wî xwe ji wê pirsê dûr kir û her îşaret jî bi madeya 140ê ne da û ji dev xwe nasnameyeke bo Kerkûkê afirand, ev jî weke manewrek tê ji bo rakêşana meyla hindek şovînîstan.

Eger birêz Malikî bixwaze piroblema deverên veqetandî çareser bike, li ser wî pêwîste madeya 140ê cîbicî bike û derfetê ji şêniyên Kerkûkê re bê dayîn daku ew bixwe çarenivîsê xwe destnîşan bikin. 

Bianîna çend lîwayên taybet yên arteşa Îraqê û firîna balefiran li ser asîmanê Kerkûkê, nasnameya Kerkûkê nayê destnîşan kirin. Nasnemaye Kerkûkê: bajarekê Îraqîye û nasnameya wê jî Kurdistanîye.

Dr. Umêd Salih

Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê

 

Back to top button