Civak
Dayika Efrînî: Bes keça min, kezeba min ji min re bînin
Dayikeke Efrînî ku keça wê ji aliyê grubên ser bi tirkiye ve hatiye revandin dipeyve û dibêje: Navê keça min Valantina ye, Valantîna Mistefa Hesen, ez dixwazim keça xwe bibînim, eve salek û nîve ew wendayî ye, demekê li Îdlibê bû û carna li gel me dipeyivî, lê niha jî hîç xeberekê wê tûneye. Ez bangî hemû dewletan dikim ku bes keça min ji min re bînin. bila xêra we be, bila xêra keça we bê, bes keça min kezeba min ji min re bînin…
Li vî derbarî de îro li Rojeva Kurd nûçeyek hatibû belavkirin ku ew keçên Kurdan ji aliyê Firqa Hemzet ya ser bi tirkiyê ve hatine revandin û ew bi rût û tazî li girtîxaneyên Heleb û Efrînê hatine komkirin…