Civak

Firqa Hamzat ya ser bi tirkiye Jinên Kurdan bi rût û tazî kirine

Ajansa El Hurre li nûçeyeke de belavkiriye ku li Helep û Efrînê gruba Firqa Hamzat ya ser bi tirkiye jinên Kurdên Efrînê rût û tazî kirine û li girtîxaneyên Helep û Efrînê de komkirine.

El Hurre li ser raporeke Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li Suriye belavkiriye û (Firqa Hamzat) ku grubeke ser bi tirkiyê ye jinên Kurdên Efrînê li girtîxaneyên Helep û Efrînê bi rût û tazî komkirine. Her wiha Rami Abdulrehman Birêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li Suriye daxwaz ji Firqa Hamzat kiriye ku demildest wan jinên ku li girtîxaneyan de rût û tazî kirine azad bike.

Her wiha Rami Abdulrehman daye zanîn ku ew jinên ku li girtîxaneyan de hatine komkirin jinên Kurdên Efrînê û dewrubera wê ne. Her wiha Rêxistinê ji malbatên wan jinan jî vê bûyerê piştrast kirine.

Her wiha li peyameke twitterê de jî videoyên ku di derbarê wan jinan de hatine belavkirin piştrastiya wê raporê ne.

Back to top button