Civak

Firokeyên tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bab û kurek şehîd kirin

Firokeyên tirkiye çiyayê Lînk yên li ser tixûbê bajaroka Dêrelûkê bombebaran kirin û Berpirsê Navçeya PDK li Dêrelûkê dibêje dû kes hatine şehîd kirin.

Mihemmed Selîm Nêrweyî Berpirsê Navçeya PDK li Dêrelûkê ragihand, bombebarana firokeyên tirkiye demjimêr 09:30 xulekê vê sibehê hatiye encamdan.

Her wiha Nêrweyî got: Ew dû kesên ku jiyana xwe ji destdane Seyid Celal Nuredîn temen 60 sal û Ehmed Celal temen 30 sale, bab û kurin û xelkê devera Nêrweyê ne.

Back to top button